Li zanîngehek li Elmanyayê êrişa çekdarî pêkhat

Li salona şanoyê ya zanîngeha Heîdelberg a dikeve başûrê rojavayê Elmanya êrişeke çekdarî pêkhat, gelek kes birîndar bûn û êrişkar mir.

Polîsê Mannheîmê di daxuyaniyekê de ragihand ku kesekê li salona şanoyê ya zanîngehê gelek kes birîndar kir.

Polîsan diyar kirin ku êrîşkar miriye, lê zelal nebû ku ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye gulebarankirin yan na.

Li gorî televîzyona giştî  ya SWR, zanîngehê ji xwendekaran re mail şandiye û ji wan xwestiye ku nekevin kampusê. Kanala televizyonê ragihand ku di rewşa heyî de ti "gefeke lezgîn" tune ye.

Zanîngeh li peravê bakurê Çemê Neckar bi taybetî fakulteyên zanistiya xwezayî, nexweşxaneyek zanîngehê û baxçeyek botanîkî heye.

Zagona hilgirtina çekan li Almanyayê piştî êrişa çekdarî li dibistanên li bajarê Erfûrt ê rojhilatê welat ê meha Nîsana 2002’an û êrişa çekdarî ya li Wînnenden a dikeve başûrê rojavayê welat ê Adara 2009’an hat tundkirin.