Li Yewnanîstanê xebatkar li dijî paketa teserûfê ne

Piştî greva 48 saetan a deryakaran, niha jî xebatkarên cemaweriyê, doktor û mamoste li dijî polîtîkayên teserûfê yên hikumeta Syrîza di grevê de ne.

Greva deryakaran, ji duh û vir ve çûn û hatina li derya Ege û derya Iyonyayê tevizand. Her wiha xebatkarên medyayê jî dest ji kar berda bûn. Têkiliya gelek giravan a bi herêmên din ên welêt qut bûbû, ku li van giravan balafirgeh nîne. Her wiha ji ber çalakiya rojnamevanan weşana li radyo û televîzyonan jî hatibûn rawestandin.

Îro jî, ji ber ku wezîfedarên kontrola hewayê ya li balafirgehan saet di navbera 10:00-14:00 de dest ji kar berdidin, firîna gelek balafiran hate betalkirin.

Îro, tevî gelek karmendên dewletê wê xebatkarên ragihandina giştî ya mesafeya kurt, bikevin grevê. Ji ber van grevan, ku wê bandorê li çavkaniya girîng a hatineya welêt tûrîzmê bike, gelek cihên dîrokî û muze wê girtî bin.

Tê payîn, doktor û xebatkarên din ên tenduristiyê jî tevlî grevê bibin.

Sendîkayên girîng ên welêt ADEDY, GSEE û PAME ji bo grevê bang kirin û bi greva li ser vê bangê were kirin re wê bê xwestin, paketa teserûfê bê vekişandin, ku tê plankirin sibe li parlamentê pêşkêşî dengdanê were kirin.

Hikumeta Syrîza ya bi serokatiya Aleksîs Çîpras ku di destpêka sala 2015'an de hate ser desthilatdariyê, soz da bû ku wê li dijî polîtîkayên teserûfê yên Yekîtiya Ewropa, IMF û saziyên din ên krediyê yên li ser wan ferz dikin, be.

Paketa ji teserûfa 4,9 mîlyar Euroyî, mûçeqeyên teqawîtan kêm dike û di gelek mijaran de bacê zêde dike.