Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Li Yewnanistanê piştî şewatê, baraneke zêde lê kir: Kesek mir

Li Yewnanistanê piştî şewatê, baraneke zêde lê kir. Di encamekê de kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li Parka Dadîa Mîllî ya li herêma Evros a li bakurê Yewnanistanê, piştî şewatên daristanan a di nava du hefteyên dawî de li welêt baraneke zêde bariya.

Berdevkê hikûmetê Yannîs Artopîos ji kanala televîzyonê ERT re axivî û got ku roja Sêşemê bi taybetî li bajarê navendî Volos a herêma Magnîsîayê bahoz çêbû û baranên tund qewimî.

Artopîos diyar kir ku li gundê Agîos Gerogîos ê li heman herêmê şivanek li ber lehiyê ketiye û winda bû. Li gorî xizmetên Parastina Sivîl li giravên li nêzî Sporades Magnîsîayê û herêma Magnîsîayê alarma sor hat dayîn.

Hat diyarkirin ku qata bodrûmê ya nexweşxaneya Volosê jî di bin avê de maye û agirkuj hewl didin avê derxînin.

Berdevkê hikûmetê Yannîs Artopîos ji 19’ê Tebaxê û vir ve têkildarî şewatên daristanan ên li Dadîayê daxuyaniyê dide, diyar kir ku şewat hemû di bin kontrolê de ne.

Şewatên ku Ûmaniyan weke mega-şewat bi nav kirî heta niha 31 hezar hektar qad kir xelî.