Li Yemenê serokê siyasî yê Hûsiyan hate kuştin

Li Yemenê Salih Alî El Sammad ku serokê rêveberiya ji aliyê Hûsiyan ve hatibû avakirin bû, di êrîşa hewayî ya Erebîstana Siûdî de hate kuştin.

Li gorî daxuyaniya ku di televziyona El Masîrah ya dibin kontrola Hûsiyan de ye, di êrîşa hewayî ya Koalîsyona Ereb ku pêşengtiya wê Erebîstana Siûdî dike serokekê Hûsî hatiye kuştin.

Li gorî kenalê televîzyonê, di êrîşê de serokê rêveberiya ku li bakurê Yemenê hatibû avakirin Salih Alî El Samamd hatiye kuştin.

Di belavoka Husiyan ya ajansa nûçeyan Saba ya Yemenê de hatî weşandin, El Samamd roja 19’ê Nîsanê li wîlayeta El Hûdeyda ya li başûrê welat hatiye kuştin.

Roja Duşemê ku nûçeya kuştina El Sammad hate ragihandin, medyaya Siûdî ragihand ku li dijî 2 tesîsên petrolê yên Husiyan êrîşa bi moşekan lidar xistin. Medyaya Siûdî ragihand ku sîstema parastinê ya hewayî her du moşek bê bandor kiriye.

Balafirên şer ên Siûdî roja Yekşemê jî li dijî merasîmeke zewacê êrîşa hewayî lidar xistibû û zêdetirî 30 kesan jiyana xwe ji dest dabû, zêdetir 50 kes jî birîndar bûbûn. Di êrîşên Koalîsyona Ereb de heta îro gelek caran sivîl tên hedefkirin û çêkerên binerdî yên girêdayî sivîlan bûn hedef.

Rêxistinên parastina mafên mirovan diyarkirn ku Siûdî sûcê şer dike û bang li hêzên navnetewî kir ku ambargoya çekan danin ser Siûdiyê. Lê desthilatdarên Rojavaî hevpeymanên mezin yê çekan bi Siûdiyê re didomînin.