Li Yemenê li dijî bajarê Hudeydayê operasyon

Li Yemenê ya ku ev 4 sal in şer lê dewam dike, yek ji bajarê ku bûye hedefa êrîşan bajarê peravê Hudeyda ye. Hate ragihandin ku li dijî vî bajarî operasyonên bi desteka Siûdî Erebîstan ji nû ve destpê dike.

Di nava hêzên Mansûr Hadî ên bi desteka welatên Ereb, dîsa Siûdî Erebîstan û milîsên Şiî Hûsî yên bi desteka Îranê li bajarê Hudeyda ê ji bo gotûbêjkirinên alîkariyên mirovî xwedî wateye dewam dike. Ji bo bajar ji destê Husiyan derbixînin, Siûdî Erebîstan û hêzên piştgirên hikûmetê ji nû ve dest bi operasyonan kirin.

ÇIMA HUDEYDA GIRÎNG E?

Li gorî rayedarekî ku nexwest navê xwe diyar bike agahiya ku wê li dijî Hudeydayê operasyoneke berfireh bê kirin. Ji Fermandarên asta jor a koalîsyonê Alî Al Tanîjî ji ajansa WAM’ê re axivî û destpêkirina operasyonê piştrast kir.

Beriya niha li ser Behra Sor re li dijî bajarê Hudeyda operasyonek hatibû kirin lê ev operasyon bi berxwedana Husiyan hatibû şikandin. Alîkariyên mirovî, dîsa pêwîstiyên jiyanî, tenduristî û xorek yên ji bo welat li ser vî welatî re tên kirin.