Li Yemenê krîza mirovî giran dibe

Li gorî daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî li Yemenê ya ku ji sala 2014’an û vir ve şerekî navxweyî heye, rewşa zarokan gelekî xerab e û krîz hatiye asta herî bilind.

Koordînatora Alîkariya Mirovî ya Yemenê ya Neteweyên Yekbûyî Lîse Grande îro daxuyaniyeke çapemeniyê da û diyar kir ku bi tenê li herêmên başûr ên welat herî kêm 500 hezar zarok di bin rîska birçîbûnê de ne. Ev dane di nav daneyên PAM, FAO û UNICEF’ê de jî heye.

Li gorî daxuyaniyê rêjeya zarokên nikarin xwarinê bi dest bixin û têr naxwin ji sala 2017’an û vir ve ji sedî 15 zêde bûye û herî kêm 98 hezar zarok di vê rewşê de ne.

Li gorî daneyên Neteweyên Yekbûyî ji sedî 80’ê welat, ango 24 milyon kes pêdiviya wan bi alîkariya mirovî ya navneteweyî heye. Ji bo vê alîkariyê jî 3,2 milyar dolar fon hewce ye.

Ji meha Cotmehê û vir ve bi tenê milyarek û 430 milyon dolar fon ji bo Yemenê hate amadekirin. Li gorî daxuyaniya NY di meha Îlonê de li Yemenê li 300 navendên tendirustiyê alîkarî sekinîne û ji sê paran pareke alîkariya yan sekinîne yan jî qediya.

Li Yemenê şerê di navbera milîsên Hûsî yên ku Îran piştgiriyê dide wan û hêzên hikumeta Mansûr Hadî ya ku Siûdî piştgiriya wan dike di sala 2014’an de dest pê kiribû. Di Adara 2015’an de paytext Sana ketibû destê Hûsiyan û tevî Siûdî Erebistanê welatên kendavê jî tevlî şer bûbûn.