Li Yemenê Hûsiyan 30 kes bi hincetea sîxurtiyê mehkûmî sêdaredanê kirin

Li Yemenê dadgehekî girêdayî Hûsiyan bi hinceta li dijî Koalîsyona Ereb ku Erebîstana Siûdî pêşengtiya wê dike, karê sîxurtî kirine 34 kes mehmûkî darvekirinê kirin.

Li dadgehekî ya paytexta Yemen Sanayê 36 kes hatin darizandin. Ev kesên hatine darizandin ev saleke girtî bûn. Di nava wan de 30 kes bi sixurtiyê mehkûmî darvekirinê hate kirin. Hate ragihandin kesên mehkûmî darvekirinê hatine kirin mamosteyên zanîngeh, sendîkavan û oldar in.

Li Yemenê şerê navxweyî ku piştî raperîna mîlîsên Hûsî yên Şîî ku Îran piştgiriyê dide wan a Havîna 2014’an, bi girtina paytexta Sana ya Adara 2015’an û bi reva Serokkomar Abdrobbo Manûr Hadî re veguherîbû şerê herêmî.

Tê texmînkirin ku bi beşdarbûna Koalîsyona Ereb a ku Erebîstana Siûdî pêşengtiya wê dike ku piştgiriyê dide Hadî heta niha bi deh hezaran kes mirîne. Çavkaniyên cuda radigihînin ku hejmara miriyan di navbera 10 hezar û 60 hezarî de ye.

Li Yemenê ku du rikberên hev Siûdî û Îran ku şerê wekaletê dike, krîza herî giran a mirovahî ya cîhanê lê heye.