Li Yemenê êrîşa bombeyî

Li bajarê El-Hudeyde yê Yemenê êrîşeke bombeyî çêbû. 6 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyan bombeya ku li ser rêya El Huha û Hîsê hatî danîn, dema ku wesayita Fermandarê Hêzên Et-Tihamiye Hesen ed-Duble derbas dibû hate teqandin. Dİ êrîşê de Duble û 5 leşkerên li cem hatin kuştin û hin jê jî birîndar bûn.

Hê zelal nebûye bê ka êrîş ji hêla kê ve hatiye kirin.

Duble fermanarê Hêzên Berxwedanê yê Tihamiye bûn ku li Eniya Perava Rojava, li rex artêşa netewî li dijî Husiyan şer ikir.

Artêşa neteweyî û hêzên HDG’ê ji salekê zêdetir e ku li eniya navborî li dijî Husiyan şer dikin.