Li Yemenê bi kêmanî 70 leşkerên alîgirê hikumetê hatin kuştin

Li Yemenê bi êrîşeke moşekî li kampekê bi kêmanî 70 leşkerên ku alîgirê hikûmetê bûn hatine kuştin.

Di êrîşê de mizgefta li kampa bajarê Maarîbê ya li rojhilatê paytexta Sanayê bû hedef. Hate diyarkirin di êrîşê de bi kêmanî 70 leşkerên ku alîgirê hikûmetê bûn hatine kuştin.

Serokkomarê Yemenê Evd Rebbû Mensûr Hadî ji êrîşên Hûsiyên Şîa berpirs dît û got, "êrîşeke bi nemerdî û terorîstî ye."

Heta vê gavê kesî êrîş neaniya ser xwe. Televizyona El Arabiye ku Siûdî fînansa wê dike îdîa kir, dema ku leşkeran li mizgeftê nimêj dikirin êrîş anîne.

Maarîb bi kontrola wê tifaqa leşkerî ye ku Siûdî pêşengiya wê dike. Ev koalîsyon ji 2015'an û vir ve bi Hûsiyan re şer dike, ku Hûsî bi desteka Îranê ne. Hûsiyan 2014'an rejîma li welêt hilweşandin û herêmên berfireh ên li bakurê welêt kontrol kirin. Di nav van de Sana jî heye. Siûd û hevalbendên wê bi Hûsiyan re şer dikin û li dijî bandora Îranê radiwestin. Ji ber vî şerî li Yemenê krîzeke giran a mirovî heye.