Li Yemenê alî wê tevlî konferansa aştiyê ya NY'yê bibin

Sefîrê nû yê Neteweyên Yekbûyî Martîn Grîffîths têkilî şerê Yemenê ragihand di bin banê NY'yê de wê tevlî konferansa aştiyê bibin ku plansaziya wê tê kirin li Swêdê wê were kirin.

Tê payin ku konferansa aştiyê ya NY'yê ya li Yemenê ya bi îdîaya çareseriyê beriya dawiya vê salê bibe.

Grîffîths ku li ber Konseya Ewlehiyê ya NY'yê daxuyanî dayî, diyar kir ku hemû alî wê tevlî konferansa aştiyê bibin.

Grîffîths diyar kir ku hewce bike wê bikaribe bi şandeya Hûsî re jî be û got, ''Ji bo Yemenê demeke girîng e. Min tevdîrên jidiyayî girtin. Soz dan ku tevlî danûstandinan bibin.''

Hêzên hikûmetê ku Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Siûdî destekê dide wan 1'ê Mijdarê li ser bajarê peravê Hudeydê operasyon dabû destpêkirin. Di encma şer û bombebarana dijwar de, ku 12 rojan dom kiribû,  ji du aliyan 600 kes miribû. Di nav kuştiyan de sivîl jî hebûn. Bi hewldana dîplomatîk a navnetewî operasyon hatibû rawestandin.

Li Yemenê li gorî NY'yê krîza herî giran a mirovî tê jiyîn. Nîvê nifûsa welêt, bi gotine dî 14 milyon mirov birçî ne.

Li Hudeydeyê beriya niha operasyona Hezîranê dest pê kiribû. Lê bi encama hewldana navnetewî nîvê havînî rawestiyabû. NY Îlonê hewl da ku aliyan li Cinêvê werîne cem hev, ji ber sedema ku mîsogeriya hewce neda şandya Hûsî neçûbû Cinêvê.