Li Yemenê 18 milyon kes birçî ne

Ji sala 2015'an û vir ve li pêş çavên tevahiya cîhanê li Yemenê şerekî giran diqewime. Vî şerî rê li ber krîza herî giran a însanî ya li cîhanê vekir. Bi milyonan mirov li hemberî birçîbûnê li ber xwe didin.

Şerê li Yemenê Adara sala 2015'an dest pê kir û piştî ku Koalîsyona Ereb a bi serkêşiya Erebîstana Siûdî tevlî bû, şer girantir bû. Li aliyekî şer; hêzên hikumetê yên xwe dispêrin Riyadê, li aliyê din jî milîsên Hûsî hene ku xwe dispêrin Îranê. Bi milyonan kesên ku di navbera têkiliyên berjewendiyan ên hêzên herêmî û navneteweyî de mane, birçî ne. Li gorî rêxistinên însanî, 18 milyon kes birçî ne.

New York Tîmes ji bo balê bikişîne ser vê birçîbûnê, roja 27'ê cotmehê wêneyê Amal a 7 salî salî kiribû manşeta xwe. Piştî wê manşetê, Amal a Yemenî ji nêza miribû. Bi mehan birçî mabû. Dibe ku rojên dawî qet tiştek nexwaribû.

Berdevka Bernameya Xurekê ya Cîhanê Hervê Verhoosel ji saziya çapemeniyê ya Swîsreyê RTS re axivî û diya rkir, Yemen nîşaneya krîza herî giran a însanî ye.

Verhoosel diyar kir, rewş gelekî giran e û got, "Li Yemenê 18 milyon kes nizanin bê xwarinê ji ku peyda bikin."

Li gorî rêxistina civaka sivîl a bi navê Save the Chîldren ku mafê zarokan diparêze, zêdeyî 5 milyon zarok di bin gefa birçîbûnê de ne.

Naglaa Elsonboly ku midûra navendeke pedîatrî ye got, "Mirov ji herêmên gelekî xizan tên ku xwarin bi destê wan nakeve. Dayik nikarin şîr ji zarokên xwe re bikirin. Birincê dikelînin û ava wê mîna şîr dide zarokên xwe."

Hêzên hikumetê roja 1'ê Mijdarê li bajarê Hûdeydeyê dest bi operasyoneke nû kir ku ev bajarê stratejîk li rojavayê Yemenê ye. 70 ji sedî yê alîkariya însanî bi rêya vê bendergehê digihêjin Yemenê. Di encama dîplomasiya navneteweyî de, piştî şer û bomberdûmana 12 rojan roja Sêşemê bajar bêdeng bû. Rêxistinên civakî yên sivîl dibêjin, ji bo alîkariya însanî bidome pêwîste agirbest dewam bike.