Li Yemenê 1170 kes ji ber şewba kolerayê jiyana xwe ji dest dan
Li Yemenê ji aliyekî ve şerekî giran diqewime, li aliyê din, nexweşiyên ji ber şer rû didin, rê li ber dramên nû vedikin.
Li Yemenê ji aliyekî ve şerekî giran diqewime, li aliyê din, nexweşiyên ji ber şer rû didin, rê li ber dramên nû vedikin.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji ber şewba kolerayê herî kêm 1170 kesî jiyana xwe ji dest dane. Her roj 2 hezar nexweşên nû yên şewba kolerayê tên tespîtkirin. Jİ berdevkên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê Tarik Jasarevîç got, "Hejmara nexweşên bi gumana kolera zêde dibe."
Mirovên bi nexweşiya kolera, ewilî di meha Nîsanê de hatin dîtin. Ji 27'ê Nîsanê û vir ve li 20 ji 21 herêmên Yemenê zêdeyî 170 hezar nexweşên kolerayê hatin tespîtkirin.
Pisporên tenduristiyê bi fikar in, ku hejmara nexweşên kolerayê di nava şeş mehan de bigihêje 250 hezar kesî. Neteweyên Yekbûyî di dawiya meha Gulanê de daxuyaniyek weşandibû û hişyarî dabû ku Yemen welatekî li ber têkçûnê ye.
Ji Adara 2015'an dema destwerdana Koalîsyona Ereb a bi pêşengiya Erebîstana Siûdî û vir ve, 17 mîlyon kes nikarin xwe têr bikin. 7 mîlyon ji van li ber xeteriya birçîbûnê ne.
Aliyekî din ê vî şerî jî milîsên Hûsî yên Şîa ye, ku Îran piştgiriya wan dike.
Li aliyê din jî hêzên hikumetê heye, ku Siûdî piştgiriyê dide wan. Heta niha di vî şerî de zêdeyî 8 hezar kesî jiyana xwe ji dest dane.