Li Xezeyê hejmara miriyan ji 39 hezarê derbas kir

Wezareta Tenduristiyê ya Xezeyê ya girêdayî hikûmeta Hamasê, ragihand ku di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve dewam dikin de, hejmara kesên li Fîlîstînê mirine ji 39 hezarê derbas kir.

Li gorî daxuyaniya ji aliyê wezaretê ve hatî dayîn, ji destpêka şer hetanî niha hejmara kesên li Xezeyê jiyana xwe ji dest dane, bû 39 hezar û 6 kes.

Wezaretê ragihand ku di nava 24 saetan de, herî kêm 23 kes mirin û anî ziman ku ji 7’ê Cotmehê ve li Xezeyê 89 hezar û 818 kes birîndar bûne.

Li aliyê din artêşa Îsraîlê Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê fermana valakirina hin beşên li başûrê bajarê Xan Yûnisê da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, artêşa Îsraîlê dê bi xurtî bersiva êrişên bi moşekan û operasyonên çekdaran ên li dijî “herêma mirovî” bide.

Ofîsa Koçberên Fîlîstînî ya NY’ê (UNRWA) di daxuyaniya li ser X’ê dayî de, ragihand ku yek ji wan konvoyên wan a ku roja Yekşemê ber bi Xezeyê ve bi rê diket, rastî “gulebarana” artêşa îsraîlê hatiye.

Li gorî dîrektorê UNRWA’yê, 5 gule li wesayîteke bi vekirî (yanî li ber çav) li ser NY nivîsandî, ketin û neçar ma ku ji konvoyê vekişe. UNRWA’yê destnîşan kir ku dema êrîş li dijî konvoyê hatî kirin, artêşa Îsraîlê di nuqteya kontrolê de bû.