Li Washîngtonê têkildarî êrîşa Erdogan: Servîsa veşartî 2 kes girtin
Bertekên li dijî êrîşa hêzên ewlekariya Erdogan a li ser xwepêşanderên li pêşiya Qesre Spî her ku diçe zêde dibin. Polîsan êrîş şermezar kirin û dest bi binçavkirinê kirin.
Bertekên li dijî êrîşa hêzên ewlekariya Erdogan a li ser xwepêşanderên li pêşiya Qesre Spî her ku diçe zêde dibin. Polîsan êrîş şermezar kirin û dest bi binçavkirinê kirin.
Polîsên Washîngtonê, êrîşa li hember xwepêşandana protestoyê ya di dema hevdîtina Erdogan û Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp a roja Sêşemê pêk hate şermezar kir.
12 KES HATIN BIRÎNDARKIRIN
Şefê polîsên patextê Peter Newsham bi gotina: “Êrîşa tund a li hember çalakiya aştiyane” bertekên xwe nîşan da. Hat diyarkirin ku di êrîşan de 11 kes yek jê polîs birîndar bûn, 9 kesên ku birîndar ji bibûn rakirin nexweşxaneyê.
5.17.17 - Press Conference Regarding Altercation Outside Turkish Embassy https://t.co/BlqjgS5HdG
— DC Police Department (@DCPoliceDept) May 17, 2017
Piştî êrîşan polîsên DYA’yê 2 gumanbar binçavkirin. Di derbarê wan de dest bi lêpirsînê kirine. Yek ji ber ku şidet bikar aniye hatiye binaçavkirin, ê din jî ji ber ku êrîşî polîs kiriye tê sûcdarkirin.
Hat diyarkirin ku têkildarî sûcdarkirinê dîmenên pir baş hene. Di dîmenan de bi awayekî vekirî tê nîşandan ku kesên nêzî wî û hêzên ewlehiya wî êrîşî çalakgerên Kurd dike û wan lînç dike.
WEZÎRÊ KARÊ DERVE: ME FIKARÊN XWE BI AWAYEKÎ BI HÊZ ANÎ ZIMAN
Şahidên ku ji çapemeniya Amerîkayê re axivîn anî ziman ku tîmên ewlekariya Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan êrîş kirine.
Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê wiha got: “Ji bo hikûmeta Tirkiyeyê me fikarên xwe bi awayekî herî bi hêz ragihandiye.”
Di daxuyaniya bi îmzeya Berdevkê Karê Derve Neather Naûert de jî, diyar kir ku bersiva li dijî azadiya derbirînê bi ti awayî nabe ku şidet li ser bê kirin. Naûert wiha got: “Em li her derê piştgirî didin azadiya protestoya aştiyê û îfadeya mirovahiyê.”
SEROKÊ ŞERDARIYÊ ŞERMEZAR KIR
Serokê Şeredariya Washîngtonê Mûûrîel Bowser têkildarî êrîşê daxuyaniyek nivîskî da, êrîş şermezar kir. Bowser got: “Êrîşa bi şidetê, weke Amerîka li dijî nirxên me û ji bo gelê me weke heqaretekê ye.”
Statement on Attack Against Peaceful Demonstrators Outside Turkish Ambassador's Residence https://t.co/00XDDPfn2e pic.twitter.com/bU0kp87iih
— MurielBowser (@MurielBowser) May 17, 2017
Polîsên Washîngtonê jî daxwaz kir ku rêjeya komînîstên reşik ên di nava êrîkarandar bûn, di nava tîmên ewlekariya Erdogna de cih digirin yan ne bê pirştrastkirin, lê lêpirsîn hê didome. Şefê polîsan Newsham got: “Mudaxelekirina polîsan bi rîsk bû, di nav de kesên bi çek hebûn.”
SERVÎSA VEŞARTÎ 2 KES GIRTINE
Newsham, diyar kir ku ev pirsgirêka destlênedayîna dîplomasî dibe ku bi xwe re bîne, lê nabe pirsgirêk ji bo lêkolînkirinê.
Saziya bijare a erka ewlekariya kesan a fermî ya DYA’yê ‘Secret Servîce” jî 2 ke girtine, nehat diyarkirin ku ka wê van kesan berdin an ne.
JI BO GIRTINAN KAMPANYAYEK HATE DESTPÊKIRIN
Li ser torên civakî wêneyên kesên êrîşkar hatin parvekirin, ji bo girtina hemûyan kampanya hatiye destpêkirin.