Li Venezûelayê girtiyan serî hildan: 68 kes mirin

Li Venezûelayê girtiyên li navendeke polîsan serî hildan. Li gorî agahiyên destpêkê 68 kes mirin.

Li girtîgeha paytexta eyaleta Carabobo Valencîayê, girtiyan serî hildan. Li ser sedema raperînê hê daxuyaniyeke fermî nehatiye dayin. Tê gotin, piştî ku girtiyekî gule berda polîsekî raperînê dest pê kiriye.

Li gorî agahiyan, di bûyerê de 68 kes mirine û di nava miriyan de jin û zarok jî hene ku serdana xizmên xwe dikirin. Xizmên girtiyan hatin navenda polîsan û xwestin agahiyê bigirin. Polîsan bi gaza îsotê êrîşî xizmên girtiyan kirin.