Li Tûnûsê rojnamegerekî xwe şewitand, li gelek bajaran şer heye

Li Tûnûsê beriya 8’emîn salvegera şoreşê rojnamegerekî agir berda bedana xwe. Ev çend roj in li gelek bajaran çalakiyên protestoyê yên li dijî aboriyê hene.

Roja Duşemê rojnameger Aberazak Zorgûî ku ji bo qenalekî televîzyona xwecihî ya taybet kar dike li Kassarîn a rojavayê welat agir berda bedena xwe. Kassarîn yek ji herêmên herî hejar ê welat e.

Rojnameger Zorgûî yê 34 salî beriya çalakiya xwe dîmek 20 deqîqe amade kir û wiha got; “Îro ji bo welatiyên Kassarîn ku pêdiviyên debara wan nîne ez ê dest bi şoreşekê bikim.”

Roja Çarşemê jî Wezareta Karê Navxweyî ragihand ku kesek bi hinceta ku tevlî bûyera mirina rojnamerger bûye, hatiye destgîr kirin.

Piştî mirîa Zorgûî her roj ji aliyê ciwanan ve çalakiyên protestoyê tên lidarxistin û bi polîsan re şer tê kirin.

Hêrsa ciwanan tenê bi Kassarîn re ne sînordar e, şeva Sêşemê jî li bajarê duyemîn yê welat li rojhilatê bajarê Sfax Jebnîanayê di navbera çalakger û hêzên dewletê şer derketibû û polîsek birîndar bûbû.

Di bûyerên Tebûrba ya 30 kîlometre ji paytext Tûnûsê dûr e, herî kêm 50 kes hatibûn destgîrkirin. Çavdêran ragihandin ku dema ku hikûmet bersiva pirsgirêkan nede û îradeya siyasî nîşan nede wê çalakiyên protestoyê belav bibin.

Sendîkaya Netewî ya Rojnamegerên Tûnûsê (SNJT) di 8’emîn salvegera şoreşê de 14’ê Çileyê di qada netewî de banga greva ‘rûmetê’ kir. Sendîkayê şert û mercên xirab ên qada çapemeniyê de protesto kir û bal kişand li ser şert û mercên xirab a rojnamegerên di sektora taybet de ne.