Li Trablûsê xwepêşandanên li dijî rejîmê dest pê kirin

Li paytexta Lîbya Trablûsê li dijî rejîma ku Enqere piştgiriya wê dike xwepêşandanên şermezarkirinê dest pê kir. Li dijî çalakgeran bombeyên gazê hatin bikaranîn.

Êvara Pêncşemê li taxa Gûrgî li dijî rejîmê xwepêşandanek hate lidarxistin. Şêniyekî taxê ji AFP'ê re axivî û got, "Çalakî hene. Li dijî rejîmê dirûşm tên qîrîn û dengê çekan tê bihîstin. Gaza ku çavan dişewitîne ketina nava malan."

Şahidekî din jî ragihand ku li taxa Gûrgî ya li rojavayê Trablûsê ye, danê êvarê lastîk hatin şewitandin.

Di nava rojê de jî bi dehan parêzer li pêşiya dadgeheke li Trablûsê ji bo şermezarkirina zextan çalakiya rûniştinê kiribûn.

Lîbya, piştî ku rejîma Mûhammer Kaddafî bi destwerdana NATO'yê ji desthilatdariyê hate xistin, ji sala 2011'an ve di nava kaosê de ye. Li welêt ji sala 2015'an ve li rojhilat û rojava du rêveberî hene.

Xelîfe Hefter ku rojhilatê welêt kontrol dike, ji 4'ê Nîsana 2019'an ve hewl dide Trablûsê kontrol bike ku di destê Biratiya Misilman de ye.

Di 14'ê Çileyê de bi pêşengiya Elmanyayê li Berlînê Konferansa Lîbyayê pêk hatibû, lê encam fiyasko bû. Her çend ji bo agirbestê bang hatin kirin jî ji ber hevkariya Berlîn-Enqereyê, hin aktorên bingehîn ên herêmê nehatin vexwendin.

Tirkiye bi rengekî vekirî piştgiriya çek û leşkeran ji bo hikumeta ku navenda xwe li Trablûsê ye dike. Dewleta Tirk bi hezaran çeteyên xwe şand herêmê. Her wiha bi wesayitên zirxî, cebilxane û droneyan jî piştgiriya çekan ji bo hikumeta li Trablûsê dike.