Li Tel Avîvê bi hezaran kes li dijî Netanyahû daketin qadan

Li paytexta Îsraîl Tel Avîvê bi hezaran kes ji bo çûyîna Serokwezîrê rastgirê tund û alîgirê şer Benyamîn Netanyahû daketin qadan.

Bi hezaran Îsraîlî li qada Habîma li hev kom bûn û xwestin dîlgirtiyên li Şerîda Xezeyê bêne berdan û desthilatdariya Netanyahû biçe. Çalakgeran nerazîbûn nîşan dan û diyar kirin ku Netanyahû ji bo li ser desthilatdariyê bimîne şer dewam dike.

Di xwepêşandanê de ji bo Netanyahû hate gotin, 'rûyê nebaşiyê' û banga hilbijartinê hate kirin.

Ji 250 kesên di êrîşa Hamasê de ya li ser Îsraîlê dîl hatin girtin 10 kes meha Mijdarê di çarçoveya agirbestê de hatibûn berdan. Ji dîlgirtiyan 132 kes hîn jî li Xezeyê ne. Tê gotin 27 ji dîlgirtiyan mirine û cenazeyên wan nehatine radestkirin.

Bavê yek ji dîlgirtiyên li Xezeyê mir Avî Lûlû Shamrîz roja Şemiyê got, "Eger bi vî rengî dewam bike wê dîlgirtî hemû bimirin. Hîn gelekî dereng nîne ku em wan rizgar bikin."

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Hamasê li Xezeyê piraniya wan jin, zarok û ciwan nêzî 25 hezar kes di bombardûman û operasyonên leşkerî yên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan.

Netanyahû got, heta ku Hamas 'ji holê bê rakirin' dixwaze şer dewam bike.