Li Taylandê zarokên ku di şikeftê de mahsûr mabûn, hatin dîtin

Li bakurê Taylandê şikeftek di bin avê de mabû û 12 zarok û antrenorên wan ên fûtbolê di vê şikeftê de mahsûr mabûn. Hate ragihandin ku zarok sax in.

Waliyê Chîang Raiyê diyar kir ku ew ê 13 kes a niha neyên tehliyekirin. Walî diyar kir, ji bo ku zarok karibin rizgar bibin divê 3 kîlometreyan bimeşin û heta wê demê ew ê tîmên rizgarkirinê li şikeftê bi zarokan re bimîne. Hate diyarkirin ku rê di bin avê de maye.

Walî got, “Em ê xwarinê ji wan re bişînin, lê ne bawer im ku karibin bixwin, ji ber ku ji zû ve ye tiştek nexwarine.”

12 zarokên ku temenê wan di navbera 11-16’an de bû, di 23’ê Hezîranê de piştî antremana sportîf çûbûn Şikefta Tham Lûang a di navbera Myanmar û Laosê. Lê ji ber barana mûsonê ya zêde, zarok di şikeftê de mahsûr man.

Tîmên rizgarkirinê bi rojan e hewl didan biçin vê şikefta herî mezin. Şikeft bi giştî bi qasî 10 kîlometreyan dirêj e. Ji ber baranê xebatên lêgerînê bi dijwarî didomiya.