Li Taylandê 6 zarok hatin rizgarkirin

Operasyona rizgarkirina zarokan didome, yên ku li Taywanê di şikeftekê de ev 15 roj in asê mane. Îro 6 zarok hatin rizgarkirin.

Li Taylandê ji ber lehiyê zarok di şikeftekê de asê mabûn. Heta niha 6 zarok hatin rizgarkirin.

12 zarok û antrenorê wan li şikefta Tham Lûangê ji ber lehiyê asê mabûn.

Nîvro 2 zarok hate rizgarkirin. Rayedarekî ji Reûtersê re ragihand ku 2 zarok hatine rizgarkirin û li nexweşxaneyê tên tedawîkirin.

Ji bo rizgarkirina zarokan noqar û tîmên taybet ên rizgarkirinê di operasyonê de cih girtin. Tê diyarkirin ku hin zarok 11 salî ne û bi avjeniyê nizanin.

Ji ber ku devê şikeftê teng e ku çend roj berê dema ku noqarekî xwest tupê oksîjenê bigihîne zarokan, jiyana xwe ji dest da. Tê diyarkirin ku zarok ji bo ku rizgar bibin divê di bin avê de avjeniyê bikin û hinek cih 60 santîm e.