Li Tanzanyayê qeza: Bi dehan zarok jiyana xwe ji dest dan

Di qezayekî li Tanzanyayê ya dikeve Rojhilatê Efrîqayê de ku piranî zarok 34 kesan jiyana xwe ji dest da.

Di encama qezaya servîsekî ya dibistanê ya li bakurê welat de, herî kêm 29 zarok û 4 rêveberên dibistanê û mamosta jiyana xwe ji dest dane.

Di qezaya serê sibehê de rûdayî de, hat diyarkirin ku zarokên ku jiyana xwe ji dest dane temenê wan di navbera 12-14 saliyê de ne.

Piştî qezayê di daxuyaniya ji aliyê SErokê Dewletê John Magûfûlî ve hate kirin de, diyar kir ku bûyer “Trajediyekî netewî “ ye.

Li Tanzanyayê ya ku xwedî nifûsekî 53 milyon, tenê di qezayên nava du salên dawî de 11 hezar kesan jiyan xwe ji dest dane.