Li Sûriyeyê balafira rejîmê kete xwarê, pîlot kete destê çetan

Li bakurê rojavayê Sûriyeyê balafirkeke şer a girêdayî rejîmê ji aliyê komên çete ve heta xistin, pîlotê balafirê jî kete destê çeteyan.

Li gorî Mala Çavdêriyê ya Mafê Mirovan a Sûriyeyê, balafira şer a bi tîpa Sukhoî ya berhema Rûsyayê ye ku ya artêşa Sûriyeyê ye dema li ser Han Şeyhûnê ya xwedî ciheke stratejîke hate xistin.

Midûrê Mala Çavdêriyê Ramî Abdul Rahman ê ji AFP’ê re daxuyaniyek da, ragihand ku pîlotê balafirê di destê Heyet Tahrîr El Şam a girêdayî El Qaîdê de ye.

Li gorî Ramî Abdul Rahman, diyar dike ji meha Nîsanê ya ku rejîma Sûriye li gel îtifaqê xwe Rûsyayê li hermêma Îdlibê dest bi operasyonê kiriye, balafira yekem a rejîma Sûriyeye tê xistina xwarê.

Operasyona li herêma navbera Îdlib û Heleb, her wiha li herêmên Hama û Lazkiye ku çete lê hene tên domanin.

Li gorî Malaçavdêriyê ji bomberdûmana serê meha Nîsanê û vir ve derdorî 820 sivîl mririne. Lê rejîm van sûcan red dike. Li gorî NY’yê jî nêzî 40 hezar kes ji herêmên xwe bi cih hiştine.