Li Sûdanê peymana dîrokî

Li Sûdanê ku bi mehan e çalakiyên protestoyê didomin, di navbeyna leşkeran de yên li ser desthilatê û wan hêzan de ku protesto organîze kirin ji bo ''parvekirina rayeyê'' peyman hate danîn.

Ji bo peymanê ku tê payin rojên pêş bi berfirehî wê agahî werin parvekirin êvara Çarşemê gelek gotebêjî hatin kirin. Piştre jî ''deklarasyona siyasî'' hate îmzekirin. Li Sûdanê ev geşedan piştî 30 salan ji bo demokratîkbûnê mîna gaveke mezin hate qebûlkirin.

Di hevdîtinan de, piştî ku serokdewletê Sûdanê El Beşîr ji peywirê hate standin, li ser mijara efûya giştî ya leşkerên ku hatine ser desthilatê heta niha ti peyman nehatiye danîn.

Lê konseya ku wê welêt rê ve bibe ji 5 leşker û 6 sivîlan wê pêk were. Seroktiya vê konseyê jî bi dorê wê sivîlek û leşkerek bike. Tê payin ku pêvajoya demokratîkbûnê wê 3 salan bixwe. Di 21 mehên vê pêvajoyê de leşker wê seroktiyê bikin, 18 meh jî wê ji sivîlan re bimînin.

Fermandarê hêza lezgîn û kesê duyemîn ê konseya leşkerî ku ev peyman piştî danûstandinen li otêleke Khartûmê îmze kirî, Mihemed Hemdan Daglo, ji vê rojê re got, rojeke dîrokî.

Bi berdewamî got ev peyman di navbeyna leşkeran û rêveberan de ku şoreş organzî kirine destpêka rojeke nû ye.