Li Sûdanê muzakere dîsa hatin destpêkirin

Li Sûdanê ya ku bi dehan kes di xwepêşandanan de mirin, di navbera mûxalefet û cûntaya leşkerî de muzakere hatin destpêkirin.

Di meha Nîsanê de dîktator Omer El Beşîr ê ku 30 sal in desthilatdar bû, piştî xwepêşandanên gel artêşê dest danîbû ser rêveberiyê. Konseya Leşkerî ya Demdemî guh neda daxwazên gel û heta niha bi sedan kes qetil kir.

Hate hînbûn ku li Etîyopyayê di navbera konseya leşkerî û Tifaqa Azadî û Guherînê de muzakere hatine destpêkirin ya ku pêşengtî ji xwepêşandanên gel re dikir. Hate ragihandin ku sê generalên Konseya Leşkerî û pênc nûnerên Tifaqa Azadî û Guherînê li Hartûmê li otelekê civiyane.

Tifaqa Azadî û Guherînê dixwaze bila rêveberiyeke demdemî were avakirin. Li ser vî tiştî li hev bikin jî, wê çend sivîl û çend leşker di rêveberiya demdemî de cih bigirin, li ser wê li hev nakin. Herî dawîn Etîyopyayê pêşniyaz kiribû bila 8 sivîl û 7 leşker di rêveberiyê de cih bigirin.