Li Sûdanê li dijî konvoya alîkariya mirovî êrîşek pêk hat

Li başûrê Sûdanê li dijî konvoya alîkariyê êrîşek pêk hat û di êrîşê de kesek hate kuştin.

Li Jûbayê li dijî konvoya alîkariya mirovî ya Fona Alîkariyê ya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) êrîşek pêk hat. Di êrîşê de kesek hate kuştin.

Rayedar ji Reûtersê re axivîn û wiha gotin; “Li dijî du qemyonên rêxistinekê ku bi UNICEF’ê re kar dikin êrîşeke çekdarî pêk hat”. Têkildarî nasnameya kesê di êrîşê de hatî kuştin agahî nehate dayîn.

Li Sûdanê ji şerê sivîl yê ku di sala 2013’an de destpêkirî heta niha li dijî konvoyên alîkariya mirovî êrîşên çekdarî tên lidarxistin.