Li Sûdanê leşkeran êrîşî çalakiya rûniştinê kirin: 5 kes mirin

Li Sûdanê, ji bo rêveberî radestî sivîlan bê kirin tevgera gel li ber biryargeha leşkerî ya li paytexta Hartumê çalakî pêk anî. Lê belê leşkeran êrîşî çalakiyê kirin. Di êrîşê de 5 kes hatin kuştin.

Li gorî daxuyaniya Komîteya Doktoran a Sûdanî, ji ber êrîşa leşkeran a roja Duşemê ku li dijî çalakiya rûniştinê kirin, ji çalakgeran 5 kes bi fîşekan hatine kuştin.

Komîteyê ragihand, rewşa gelek birîndaran giran e û gelek ji wan divê bên emeliyatkirin.

Sefaretxaneya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya Sûdanê daxuyaniyek weşand û xwest, dawî li destwerdana li gel bê anîn.

Sefaretxaneyê bi rêya Twitterê daxuyanî da û ji bo destwerdana hêzên ewlekariyê yên Sûdanî got, "Neheq e û divê bê rawestandin." Sefaretxaneya Bilind ragihand ku Konseya Leşkerî ya li desthilatdariyê ye, ji êrîşê berpirsyar e.

Tifaqa Guhertin û Azadiyê ku pêşengiyê ji tevgera gel a li Sûdanê re dike, piştî êrîşa leşkerî bang kir ku li hemû bajar û gundan meşên aştiyane bên kirin û Konseya Leşkerî ji desthilatdariyê bê daxistin.