Li Sûdanê ji bo pêvajoya derbasbûnê li hev hate kirin
Li Sûdanê di hevdîtinên navbera generalên dest danîn ser desthilatdariyê û tevgera gel de, der barê saziyên ku pêvajoya derbasbûnê bi rê ve bibin li hev hate kirin.
Li Sûdanê di hevdîtinên navbera generalên dest danîn ser desthilatdariyê û tevgera gel de, der barê saziyên ku pêvajoya derbasbûnê bi rê ve bibin li hev hate kirin.
Leşkerên ku piştî dest danîn ser desthilatdariyê daxwazên gel ên ji bo rêveberiya sivîl red kirin piştî çalakiyên protestoyî ji nû ve li dora maseyê rûniştin.
Her du alî bi navbeynkariya Etiyopya û Yekîtiya Efrîkayê li hev rûniştin. Hate ragihandin ku di mijara pêvajoya derbasbûnê de li hev kirine. Li gorî vê yekê, wê pêvajoya derbasbûnê ji aliyê 'Konseya Serwer' ve bê birêvebirin. Di hevdîtinên beriya niha de der barê vê mijarê de li hev nedihate kirin.
Li gorî daxuyaniya Yekîtiya Efrîkayê, Tifaqa Guherîn û Azadiyê ya ku pêşengiyê ji çalakiyan re dike û Konseya Leşkerî li hev kirine ku bi rengekî dorveger konseya berfireh parve bikin. Hate ragihandin ku ev pêvajo wê sê sal an jî hinekî din dirêj be.