Li Sûdanê ji ber lehiyê 7 kes mirin

Li Sûdanê ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de herî kêm 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî ajansa nûçeyan a fermî ya Sûdanê SÛNA, li eyaleta El Cezîre ku li başûrê rojava yê paytext Hartûmê ye ji ber barana zêde lehî rabû û di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan, herî kêm 2 kes birîndar bûn.

Hate ragihandin ku lehiyê bandor li 10 gundan kiriye û li hin taxên paytext Hartûmê jî bi sedan xanî hilweşiya ne. Tê gotin ku li gelemperiya Sûdanê bi hezaran xanî ji ber lehiyê hilweşiyane.

Hefteya derbasbûyî li herêma El Cezîre û Darfûrê herî kêm 6 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û lehiyê bandor li hezaran mirovî kiribû.