Li Sûdanê heman piştî agirbesta 24 saetan şer destpê kir

Li Sûdanê, heman piştî bidawîbûna agirbesta 24 saetan şer ji nû ve destpê kir.

Di daxuyaniya Wezareta KarêN Derve ya Siûdî de hatibû ragihandin ku agirbest ji saet 06:00 ê Şemiyê û pê ve li tevahiya Sûdanê bikeve meriyetê.

10 deqe piştî bidawîbûna agirbestê, li paytext Hartûmê şer ji nû ve geş bû.

Şêniyên paytextê bi topbaranê û dengê şer ê li gelek taxan hişyar bûn.

BI HEZARAN KES MIRIN

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji 15'ê Nîsanê dema destpêkirina şer û vir ve herî kêm 1800 kes mirin, zêdeyî 1.5 milyon kes jî neçar man koç bikin. Rêxistinên mafên mirovan nerazîbûnê nîşan didin ku ji destpêka şer û vir ve sûcên giran hatine kirin.

DESTAVÊTINÊN KOMÎ

Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) diyar kir ku hêzên şerker sivîlan weke mertalên zindî bi kar tînin.

Nûnera Sûdanê ya servîsa jinê ya Neteweyên Yekbûyî Adjaratoû Ndîaye bal kişand ser destavêtinê û êrîşên zayendî û diyar kir ku 'destavêtinên komî' hatine kirin.

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Antony Blînken roja Çarşemê di serdana li Erebistana Siûdî de ragihandibû ku Washîngton û Riyad ji bo bidawîkirina şer wê 'yekîtiyeke xurt' dewam bikin.