Li Sûdanê artêş û mûxalefetê li hev kirin
Li Sûdanê, Konseya Demkî ya Leşkerî ku piştî hilweşandina rejîma Omer El Beşîr dest danî ser rêveberiyê û Tevgera Gel ji bo avakirina konseyeke demkî ya hevpar li hev kirin.
Li Sûdanê, Konseya Demkî ya Leşkerî ku piştî hilweşandina rejîma Omer El Beşîr dest danî ser rêveberiyê û Tevgera Gel ji bo avakirina konseyeke demkî ya hevpar li hev kirin.
Di navbera Konseya Leşkerî û Tevgera Gel de di nava hefteyê de danûstandinan jinûve dest pê kiribûn.
Hate ragihandin, di encama hevdîtinan de 27'ê Nîsanê di prensîbê de li hev hatiye kirin.
Detayên peymana li ser konseya demkî ya hevpar hatiye amadekirin, hîn bi temamî diyar nebûn. Bi taybetî hîn li hev nehatiye kirin ku di konseya demkî ya hevpar de çend kursî wê ji leşkeran re bin, çend jî ji mûxalefetê re.
Mûxalefet dixwaze desthilatdarî bi lez û bez radestî sivîlan bê kirin, leşker jî dibêjin, ev pêvajo wê du salan bidome.
Roja Şemiyê bi hezaran kes careke din li paytext Hartumê li hev civiyan û xwestin, rêveberiyeke sivîl bê avakirin û konseya demkî ya leşkerî ji holê bê rakirin.