Li Sûdanê agirbesta 24 saetan hat ragihandin

Artêşa Sûdanê û hevkarê wê yê berê Hêzên Piştgiriya Lezgîn (HDK) a paramîlter li ser agirbesta 24 saetan li hev kirin.

Ji bo agirbestê muzakere li Erebîstana Siûdî hatin kirin. Wezareta Karên Derve ya Erebîstana Siûdî bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku agirbest ji roja şemiyê saet 06:00 û pê ve li seranserê Sûdanê bikeve meriyetê.

Hemû agirbestên heta niha hatine binpêkirin.

Di heman demê de rayedarên Sûdanê nûnerê NY’ê Volker Perthes weke “zilamê nayê xwestin” îlan kirin. Du hefte berê, Generaş Abdul Fettah El Burhan Perthesê bi “pêvçûnê kûrttir kirin” tawanbar kiribû û rayedarên Sûdanê ji NY’ê xwestibûn ku nûnerê xwe vekişîne.

BI HEZARAN KES JIYANA XWE JI DEST DAN

Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji 15’ê Nîsanê ve ku pêvçûn destpêkirin, herî kêm 1800 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 1,5 mîlyon kes jî neçarî koçberiyê bûne. Rêxistinên mafên mirovan berteş nîşanê vê rewşê didin ku ji destpêka şer û vir ve sûcên giran tên kirin.

TECAWIZÊN KOMÎ TÊN KIRIN

Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FIDH) ragihand ku sivîl ji aliên hêzên şer ve weke mertalên zindî tên bikaranîn.

Nûnera Servîsa Jinê ya NY’ê ya Sûdanê Adjaratoû Ndîayê îşaret pê zedebûna êrîşên zayendî kir û diyar kir ku “tecawizên komî” tên kirin.