Li Sûdanê 8 çalakvanên dijberê darbeyê hatin kuştin
Li paytexta Sûdanê Hartumê di xwepêşandana li dijî darbekarên leşkerî de 8 çalakvan hatin kuştin.
Li paytexta Sûdanê Hartumê di xwepêşandana li dijî darbekarên leşkerî de 8 çalakvan hatin kuştin.
Roja Pêncşemê bi deh hezaran Sûdanî daketin kolanên paytextê û dirûşma "Gel dixwaze general Abdul Fattah al-Burhan hilweşe" berz kirin.
Ji ber ku Sûdanî her hefte dadikevin kolanan û daxwaza radestkirina hikûmetê ji sivîlan re dikin, xwenîşandana roja Pêncşemê di mehên dawî de ya herî dijwar derbas bû.
Hêzên ewlehiyê gule li xwepêşanderan reşandin û 8 xwepêşander kuştin. Ji xwepêşanderên hatine kuştin yek ji wan zaroke. Hat diyarkirin ku hêzên darbeyê bombeyên gazê avêtine nexweşxaneyan.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji dema darbeya 25’ê Cotmeha 2021’ê heta niha herî kêm 111 xwepêşander hatine kuştin û bi hezaran xwepêşander jî birîndar bûne.
BI DARBEYÊ RE ABORÎ HILWEŞÎ
30’ê Hezîranê ji bo vî welatê mezin ê rojhilatê Efrîkayê xwedî nirxeke sembolîk bû. Salvegera darbeya ku di 30’ê Hezîrana 1989’an de Omer El Beşîr hat ser desthilatê bû.
General Burhan di Cotmeha 2021’an de desthilatdariya sivîl bi dawî kir. Piştî vê darbeyê alîkariya navneteweyî ku ji sedî 40’ê bûdçeya Sûdanê ye, hat birîn.
XETERA BIRÇÎBÛNÊ
Ya xerabtir, birçîbûnê dest pê kir. Sêyek ji 45 mîlyon mirovên Sûdanî di nava wê xeteriyê de ne ku xwarin bi destê wan nekeve. Li gorî Neteweyên Yekbûyî ev rêje wê heta meha Îlonê bibe ji sedî 50’î.
Di destpêka meha Hezîranê de, saziya sivîl Save the Children ragihandibû ku 2 zarok ji birçîbûnê mirine.