Li Sûdan a Başûr dibe ku 155 hezar kes birçî bimînin

Li gorî raporeke Neteweyên Yekbûyî û Sûdan a Başûr, dibe ku ji meha Gulanê heta Tîrmehê 155 hezar kes li Sûdanê birçî bimînin.

Sûdan a Başûr niha weke "herêma krîza însanî" tê dîtin. Li gorî rapora Neteweyên Yekbûyî, 5.3 milyon kesên li vir ku 48 ji sedî yê nifûsa vî welatî ye, di nava 'krîzê' ya jî 'rewşeke lezgîn' de dijîn. Piraniya van mirovan jî hewcedarê alîkariya xwarinê ne. Tê gotin, ji meha Gulanê heta meha Tîrmehê 155 hezar kes birçî bimînin.

Şerê li Sûdana Başûr diqewime weke sedema bingehîn a birçîbûnê tê dîtin. Li hin herêman mirov neçar dimînin pelê daran bixwin. Ev mirovên ji hal ketine û birçî ne, ji neçarî ava gemarî ya çem an jî çiravê vedixwin. Ev yek jî rê li ber xeteriya kolera vedike. Ji şewba kolera ya Hezîrana 2016'an û vir ve bi hezaran kes bi nexweşiya kolera ketin.

Şerê navxweyî bû sedem ku 1.9 milyon kes ji cih û warê xwe bibin. Zêdeyî 1.7 milyon mirov jî neçar man koçî welatên cîran bikin. Van mirovan xaniyên xwe, zevî û heywanên xwe ji dest dan. Tenê li Ûgandayê 805 hezar penaberên ji Sûdan a Başûr dijîn. 200 hezar ji van, ji destpêka sala 2017'an û vir ve koçî Ûgandayê kirine.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî sedema birçîbûnê avhewa nîne, sedem ji ber mirovan e. Şerê ku zêdeyî sê sal in didome, bû sedem ku çandinî kêm bibe û stok biçikin.

Sûdan a Başûr ku weke neteweya herî ciwan a cîhanê tê dîtin, Tîrmeha 2011'an serxwebûna xwe ragihandibû. Piştî demeke kin, Kanûna 2013'an ji ber şerê desthilatdariyê ya li ser bingeha etnîkî, şerê navxweyî dest pê kir. Di vî şerî de komkujiyên mezin hatin kirin. Li gorî pispor Alan Boswell, birçîbûn bi zanebûn tê ferzkirin. Hikumet ambargoya xwarinê weke çekeke şer bi kar tîne.