Li Stockholmê hikumeta Etiyopyayê hate protestokirin

Etnîka herî mezin ê welatê Etiyopya yê Oromoyî ji bo êrîşa hikumetê ya li dijî xwepêşandaran protesto bikin, li du navendên Stockholma paytexta Swêdê çalakî lidarxistin.

Çalakiya yekem li Qada Sergel a navenda navçeyî ya Stockholmê, ya duyem jî li Qada Mynttorget a li ber parlementoyê hate lidarxistin.

Çalakvanên ku piranî ji jin, ciwan û zarokan pêk tê, çalakvanên ku di mûdaxelekirina hikumetê ya xwepêşandana piştî qetilkirina aktîvîst û hunermendê ji gelê Oromayê Hachalu Hundessa de hatîn qetilkirin, şermezar kirin.

Alîkarê Midurê Emniyeta Oromayî Gîrma Gelam, di daxuyaniya xwe ya bi medyayê re parvekirî de piştrast kir ku di xwepêşandanên li herêma Oromoyê de 145 sivîl û 11 endamên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dane.

Hunermend Hachalu Hûndessa yê ku tê texmîn kirin ku ji aliyê hêzên ewlekariyê yên hikumetê ve hatiye qetilkirin, stranên wî di çalakiyên protestoyî yên di nava salên 2015-2018’an de li dijî tundiya li ser gelê Oromoyayî yan de, ji aliyê komek mezin ve hatibû gotin.