Li Stockholmê çalakiya rûniştinê ya penaberên Efgan

Penaberên Efgan ên ku daxwaza wan a penaberiyê ji aliyê Buroya koçberan a Swêdê ve nehate qebûlkirin ji bo mafê mayin û xebatê ji wan re bê dayin, li Stockholmê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

Efganên ku piraniya wan ji herêmên bakur ên Swêdê hatin li meydana li pêşberî avahiya Konfederasyona Sendîkayên Karker ên Swêdê çalakiya rûniştinê pêk anîn. Di nava Efganan de gelek jin û zarok jî hene.

Piraniya wan sala 2015'an serlêdana penaberiyê kirin, lê bersiva neyînî ji wan re hate dayin û dixwazin biryara dersînorkirinê ya der barê wan de hatiye wergirtin bê betalkirin û mafê mayina li Swêdê ji wan re bê dayin.

Rêxistineke bi navê 'Jiyana bê sînor' alîkariyê dide Efganên ku çalakiya rûniştinê pêk tînin. Xwarinê ji wan re peyda dike û devera ku êvarê karibin lê razên amade dike. Hin ji çalakgeran bi şev li mizgeft û dêran, hinek ji wan jî li mal û pansiyonên ku rêxistina 'Jiyana bê sînor' ji wan re peyda dike dimînin.

Berdevkê rêxistina 'Jiyana bê sînor' Benjamin Favzi beriya 7 salan li Swêdê daxwaza penaberiyê kir û piştî ku serlêdana wî hate qebûlkirin dest bi kar kir û di heman demê de ji bo penaberan dest bi alîkariyê kir.

Berdevk Favzi got, "Li Efganistanê şer didome û rewş gelekî giran e. Ji bo jinan Efganistan welatê herî metirsîdar e. Cihêkariya li jinan tê kirin, tundî û kuştina jinan ji ber namûsê li Efganistanê gelekî rû dide. Mafên jinan li wir nîne. Qanûnên şerîatê lê derbasdar in. Destavêtina li jinê gelekî rû dide."

Favzi ragihand ku ji aliyê mafên zarokan ve jî rewşa li Efganistanê gelekî nebaş e û got, "Zarok tên xebitandin. Zarok tevlî şer tên kirin. Destavêtin û destdirêjiya li zarokan hîn jî gelekî zêde ye."

Favzi polîtîkaya Swêdê ya der barê penaberan rexne kir û anî ziman, ku penaber tenê dixwazin daxwaza wan a mayinê bê qebûlkirin û karibin bixebitin.