Li stasyona navendî ya Brukselê teqînekê rû da -NÛ BÛ

Hat ragihandin, li stasyona trenê ya navendî ya paytexta Belçîka Brukselê, teqînekê rû daye.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, kesekî ku êlekê bombeyî lê bû û çenteyeke li pişta wî bû, danê êvarê xwest li stasyona trenê ya li navenda bajarê Brukselê biteqîne. Di bûyerê de teqîneke biçûk rû da. Leşkerên li stasyonê wezîfedar, kesên navborî kuştin.

Piştî bûyerê, stasyona trenê bi temamî hate valakirin û li ser rêyên sereke yên bajêr tedbîrên ewlekariyê hatin zêdekirin.

Li gorî daxuyaniya dozgeriya Brukselê, gumanbarê ku kembera bombeyî li xwe pêçandibû, piştî ku bala leşkerên li stasyonê kişand ser xwe, teqemeniyê li ser xwe teqand.