Li Srî Lankayê şideta ‘Olî’ zêde dibe

Li Srî Lankayê di bûyerên şidetên li dijî kêmnetewa Misilman de her ku diçe zêde dibe. Di teqîna li Kandyê de herî Kêm 3 kes mirn, 10 kes jî birîndar bûn. Budîstên radîkal têne sûcdarkirn.

Hikûmetê roja Dûşemê 10 rojan derketina kolanan qedexe kir. Lê belê tevî vê tedbîran jî li Kandy ya dikeve navenda girava Srî Lankayê 3 kes mirin, zêdetirî 10 kes jî birîndar bûn.

Di nava çend rojan de zêdetirî 100 cihên kar û mal hatin şewitandin, mizgeftek hate talankirin. Roja Çarşemê li taxekî bajêr bombeya dest hate teqandin. Bûdîstê ku xwest bombeya destan biteqîne, di teqînê de mir.

7 kesên ku derketina derve binpêkirin hatin binçavkirin. Torên înternetê Yên li welat bi hinceta ku peyamên xirab tê weşandin biryar hate dayin ku Facebook bê blokekirin.

Bûyerên şidetê piştî ku Bûdîstek ji aliyê komeke qerebalix ve hate êşkencekirin û kuştin piştre teqiya.

Li Srî Lankayê di demên dawî de rahîpên Bûdîstên radîkal dibe sedema zêdebûna bûyerên şidetê. Komo kêmnetewa Seylan ku zêdetir baweriya wan Bûdîste û nifûsa wan 21 mîlyone ji 4’an 3 giranê pêktê. Nifûsa Misilmana 10 ji sedî û ya Tamîlliyan jî herî kêm 18 ji sedî ye.

Srî Lanka heta sala 2009’an ya ku bi komkujiyan serhildanên Tamîlliyan tepisand 30 salan bi rewşa awarte hatibû birêvebirin.