Li Spanyayê karmend piştî bi salan cara pêşî zem tê ser mûçeyên wan
Li Spanyayê, bi hinceta krîza aborî ji 2010’an ve zem nedabûn karmendan, cara pêşî ye li hev kirin zemeke girîng bidin karmendan.
Li Spanyayê, bi hinceta krîza aborî ji 2010’an ve zem nedabûn karmendan, cara pêşî ye li hev kirin zemeke girîng bidin karmendan.
Sendîkaya Komîsyona Kedkaran (CCOO) ku li welêt temsîla 1 ji 3 xebatkarên sendîkayî yên welêt dike, got bi hikûmetê re li hev kirine.
Di daxuyaniyê de hate gotin ji bo 2,5 milyon karmend di nav sê salan de wê di navbeyna 6,1 û 8,8 de zemê bidin wan. Lê hate gotin zema navborî wê bi rêjeyên rabûna aborî ya Spanyayê were diyarkirin.
JI 2009’AN VE HÊZA KIRÎNÊ 5 JI 100’Î JI DEST ÇÛ
Piştî krîza aborî ya 2008’an aboriya Spanya biçûk bû û ji 2010’an ve polîtîkayên jidandina qarîşê hatine danîn. Hijmara karmendan ku 2010’an 2,7 milyon bûn, 2016’an bûne 2,5 milyon. Herî pir jî di saziyên tenduristiyê, darazê, îdareya navendî û artêşê de hijmara karmendan kêm bû.