Li Spanyayê hilbijartina giştî dest pê kir

Li Spanyayê, hilbijêr ji bo hilbijartina giştî li ser sindoqan e.

Li gorî anketan, Partiya Sosyalîst li pêş e. Lê belê saziyên ramanê bi guman in ku Partiya Sosyalîst di parlamentê de piraniya kursiyan bi dest bixe.

Mijareke din a nediyar jî, rêjeya dengên partiya rastgiriya tund Vox e. Li gorî anketên mehên dawî partiya Voxê dengê xwe zêde kiriye û tê payin, di parlamentê de hejmareke girîng a wekîlan werbigire.

Di anketa dawî de ya li rojnameya El Paisê hate weşandin, Partiya Sosyalîst a Serokwezîr Pedro Sanchez (PSOE) 30 ji sedî, Partiya Gel a rastgir (PP) 20 ji sedî yê dengan werdigirin. Ciuddanos a navendîparêz 14 ji sedî, Podemos 12 ji sedî û partiya Voxê jî 11 ji sedî yê dengan werdigirin. Dengdan wê saet 20'an bi dawî bibe.