Li Somaliyê ji ber êrîşeke bombeyî 11 kes mirin

Li Somaliyê, êrîşeke bombeyî li bazarekê hate kirin. Herî kêm 11 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Rayedarên herêmî diyar kirin ku li bazareke li bajarê Wanlaweyn ê li bakurê paytexta Bogadîşûyê teqînekê rû da.

Rayedarê ewlekariya herêmî yê bi navê Mohamed Abdîkerîm got, ji ber êrîşê 11 kes mirine û zêdeyî 10 kes jî birîndar bûne. Rewşa tenduristiyê ya hin birîndaran giran e.

Tê gotin, êrîşa bombeyî bi wesayita bombebarkirî ya jî xwekujiyekî bombe li xwe pêçayî hatiye kirin. Heta niha kesî êrîş li xwe negirtiye.

Li Somaliyê, koma çete ya Îslamiya tund a bi navê Eş Şebab gelek caran êrîşên bi vî rengî kir. Çeteyên Şebab ku sala 2011'an ji paytexta Mogadîşûyê hatin derxistin, hê jî herêmeke girîng a bejahî kontrol dikin.