Li Somaliyê di êrîşa çeteyên Şebabê de 26 kes mirin

Li Somaliyê çeteyên Şebabê oteleke ya bajarê Kîsmoyê 12 saet an dagirkirin û di şerê li otelê qewimî de herî kêm 26 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên Şebabê li bajarê Kîsmayo yê Somaliyê otelek 12 saetan dagirkirin. Di şerê li vê derê qewimî de rojnamegerek yê nasnameya Kanada û Somaliyê jî di nav de 26 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn. Dagirkirina çeteyan vê sibê bidawî bû.

Çeteyên Şebabê roja Înê bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşa dagirkeriyê pêk anîn û piştre derbasî avahiya otelê bûn. Di navbera hêzên ewlehî û çeteyan de şer qewimî.

Dagirkeriya çeteyan vê sibê bidawî bû. Rayederan gotin; “Heta kuştina çeteyê dawî jî hêzên ewlehiyê erka xwe pêkanîn. Hê hejmara tam ne diyare lê herî kêm 26 kes mirin û 56 kes jî birîndar bûn.”