Li Somalî êrîşî mînîbusekê hate kirin: Herî kêm 10 kes mirin

Li nêzî Mogadîşû ya ku paytexta Somaliyê ye, dema mînîbusek derbasd bû teqînek çêbû. Herî kêm 10 kes mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Ragihandinê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku “Li herêma Lafolê vê sibehê (Yekşem) ji ber teqînê 10 kes mirin.” Wezaretê diyar kir ku ev kes dema çûn merasîma veşartinê bûne hedefa teqînê.

Şahidên bûyerê diyar kirin ku mînîbus îmha bûye û cenaze jî parçe bûne.

Li gorî şahidekî ku ji çapemeniya herêmî re axiviye, di mînîbusê de 20 kes hebû û 10 kes jê mirine.

Hê tu rêxistin û kesî ev êrîş li xwe negirtine.  Rêxistina Şebab a girêdayî El Kaîdeyê li derdora paytextê li dijî sivîlan êrîşan dike.