Li sêwîxaneyeke ya Haîtî yê şewat derket, 15 zarok mirin

Li sêwîxaneyeke ya li Haîtî yê ku zarok di nava mercên xirab ên tenduristiyê de dijîn, şewat derket. Di şewatê de 15 zarok mirin.

Hate ragihandin ku şewat li sêwîxaneya li navçeya Kenscoff a derdor paytext Port-aû Prînceyê pêk hatiye. Rayedarê herêmî ragihand ku di şewatê de 15 zarok mirine.

Têkildarî her du sêwîxaneyan ku ji aliyê organîzasyona Chûrch of Bîble Ûnderstandîng ve tê birêvebirin, lîsteyeke ya pirsgirêkan a dirêj berî niha ji aliyê Ajsansa Associated Press ve hatibû parvekirin.

Ji ber nerazîbûnên zêdebûna zarokan, mercên xirab ên tenduristî û bi qasî pêwîst nebûna personelên perwerdehiya baş akredeksyona herdu sêwîxaneyan ji destê oranîzasyona mijara gotinê hatibû derxistin.