Li ser pêşnûmeya Sûriyeyê ya li KENY nîqaşên tund hatin kirin
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêşnûmeya li ser Sûriyeyê hate nirxandin. Lê ti encam ji vê nîqaşê derneket.
Li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY), pêşnûmeya li ser Sûriyeyê hate nirxandin. Lê ti encam ji vê nîqaşê derneket.
Piştî êrîşa kîmyewî ya li Îdlibê, ku roja Sêşemê rû da, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Fransa û Brîtanya Mezin pêşnûmeyek li ser Sûriyeyê xistin rojevê. Ev pêşnûme duh hate nirxandin.
Di dema nirxandina pêşnûmeyê de nîqaşên tund di navbera endamên timî yên KENY de derket. Van welatan hevdu sûcdarkirin. Ji endamên timî yê KENY Rûsya, ku piştgiriyê dide rejîma Esad, rexneyên tund li pêşnûmeyê kir.
Nûnerê Rûsyayê yê li Neteweyên Yekbûyî Vladîmîr Safronkov îdîa kir, ku hin gotinên di pêşnûmeyê de cih digirin, di asta 'provokasyonê' de ne û got, "Em pêwîstiyeke taybet pê nabînin, ku di pêvajoyeke bi vî rengî de pêşnûmeyeke nû qebûl bikin."
Nûnerê Brîtanyayê Matthew Rycroft jî diyar kir, heta ku helwesta Rûsyayê biguhere wê KENY bloke bibe.
Tevî ku bi du saetan nîqaş li ser pêşnûmeyê hate kirin jî, dengdan li ser pêşnûmeya DYA, Fransa û Brîtanyayê nekarî bê kirin.
Di pêşnûmeyê de, bêyî ku nav bê dayîn, gefa danekirinan li ser rejîma Sûriyeyê ferz dike û li ser operasyonên hewayî yên artêşa Sûriyeyê agahiyên berfireh dixwaze. Di pêşnûmeyê de plana roja Sêşemê ya balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê û navê fermandarên ji firandina helîkopterên rejîmê berpirsyar tê xwestin.