Li sê welatan berxwedana Efrînê hate silavkirin

Kurd û dostên wan ên li Ewrûpayê dijîn, çalakiyên xwedîlêderketina berxwedana Efrînê didomînin. Girse dewleta Tirk û hevkarên wê protesto dikin.

KOPENHAG

Kurdistaniyên ku li Danîmarkayê dijîn çalakiyên xwe yên ji bo xwedîlêderketina Efrînê didomînin. Îro jî li Kopenhag û Horsensê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyê de Berxwedana Serdemê hate silavkirin û bêdengiya hikumeta Danîmarkayê hate protestokirin.

Li ser navê PYD’ê axaftin hate kirin. Di axaftinê de hate diyarkirin ku, “Bi felsefeya Rêber Apo wê li Efrînê mirovayetî bi ser bikeve.”

Li bajarê Horsensê jî bi sedan kesan bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bijî Berxwedana Efrînê’ çalakiyek li dar xistin.

KASSEL

Kurdistaniyên ku li bajarê Kaselê yê Elmanyayê dijîn ji bo Efrînê meşiyan. Meş li Halîtplatzê hate destpêkirin û heta fabrîqeya çekan domiya. Girse piştre heta Frîedrîchplatzê meşiya û li vê derê dewleta Tirkiyeyê protesto kir.

DÛÎSBÛRG

Li bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê jî bi banga NCDK û Platforma Xwedîlêderketina Efrînê meşek hate lidarxistin. Bi hezaran kes li pêşiya Gara Trênê hatin hev. Polîsan destûr nedan ku alayên YPG û YPJ’ê werin vekirin lê girseyê bi sloganan bersiv dan polîsan.

BREMENHAVEN

Li bajarê Bremenhavenê yê Elmanyayê jî ji bo protestokirina êrîşên li ser Efrînê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakvanan hikumeta Elmanyayê şermezar kirin a ku çek û tankan difiroşe Tirkiyeyê.

STOCKHOLM

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Swêdê Stockholmê dijîn ji bo protestokirina êrîşên dewleta Tirk careke din daketin qadan.

Bi sedan kes li qada Norra Bantorgetê hatin ba hev û dewleta Tirkiyeyê şermezar kirin. Wêneyên sîvîlên li Efrînê hatine qetilkirin, di çalakiyê de hatin hildan.

Di çalakiyê de Rûsya hate protestokirin a ku destûr da dewleta Tirkiyeyê li Efrînê qetlîamê bike û bang hate kirin ku bila hikumeta Swêdê û Yekîtiya Ewrûpayê ji bo sekinandina êrîşan bila têkeve nav hewldanan.