BI DÎMEN

Li Rûsyayê teqîn: 10 mirî

Li metroya St. Petersbûrg a Rûsyayê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyê destpêk herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane. Hêzên ewlekariya Rûsyayê diyar kirin ku teqîn “Êrîşekî terorî” ye.

 

Li metroya St. Petersbûrg a Rûsyayê teqînek pêk hat. Li gorî agahiyê destpêk herî kêm 10 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Rayedarê ku agahî dayî ajansa nûçeyan a dewletê Înterfaxê, anî ziman ku bi îhtimalekî ku du teqîn pêk hatibe.

Hêzên ewlekariya Rûsyayê, ragihandin ku teqîn “Êrîşekî terorî” ye.

Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vîllademîr Pûtîn ê ku têkildarî êrîşê daxuyaniyek da wiha got: “Em hemû aliyan dinirxînin, teror jî di nav de.” Pûtîn ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane sersaxî ji malbatên wan re xwest.