Li Rûandayê goreke komî ya ji 30 hezar cenazeyî hate dîtin!

Li Rûandayê, goreke mezin a komî hate dîtin ku ji serdema qirkirinê maye. Tê texmînkirin ku 30 hezar cenaze di gora komî de hebin.

Li gorî rojnameya The Îndependet a Îngiliz, rayedarên Rûandayî şopa goreke komî ya mezin dîtin ku tê texmînkirin ku 30 hezar cenaze tê de ne.

Di rewşa heyî de 50 cenaze hatin derxistin. Ji ber şewba Covîd-19 karê lêgerînê nikare bê meşandin. Gora komî li derdora bendaveke li rojhilatê welêt e.

Sekreterê Rêveber ê Rêxistina kesên ji qirkirinê sax mane Îbûsa Naphtal Ahîshakiye got, "Zor û zehmetÎ ew e ku av di newala bendavê de heye, em hewl didin ziwa bikin."

Li gorî rayedarên Rûandayî ev bendav beriya qirkirina navbera 7'ê Nîsanê û 15'ê Tîrmeha 1994'an de ji bo avdana zeviyên birincê hate çêkirin.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê, karê kolandinê zehmet e. Rûanda di çarçoveya tevdîrên dijî şewbê de merasîmên cenazeyan jî di nav de her şêweyên kombûnê qedexe kir.

Ahîshakiye got, "Ji bo karibin merasîmeke cenaze pêk bînin çi ji destê me tê em dikin."

Li Rûandayê di nava demeke kurt a qirkirinê de ji nifûsa Tûtsî ya welêt 700 hezar kes hatibûn qetilkirin.