Li Romayê ji bo Dîno Frîsullo merasîma bîranînê hat lidarxistin
Di salvegera 20’emîn a Dîno Frîsullo de li Romayê ji bo bîranîna wî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Di salvegera 20’emîn a Dîno Frîsullo de li Romayê ji bo bîranîna wî merasîma bîranînê hat lidarxistin.
Zêdeyî kes beşdarî merasîma bîranînê bûn ku li şaredariya bajarê mezin a Romayê hat lidarxistin.
Merasîm bi pêşengiya Senza Confîne, Komîteya Kurd, Rete Kurdistan û komîteyên dost ve hat lidarxistin. Hevalên Dîno Frîsullo, serokê daîreya ji şaredariya Romayê berpirsyar, şaredarê berê yê Rîaceyê Mîmmo Lûcano, nûnerên komîteyên Pakistan, Bangladeş û Filîstînê tevlî merasîmê bûn.
Seroka Senza Confîneyê Sîmonetta Crîscî ku merasîm bi rê ve dibir, têkildarî jiyan û kar û xebatên Dîno axivî û piştre gelek kes axivîn.
Alessîa Montanarî, senatorê berê û berdevkê Komîteya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Gîovannî Rosso Spena, qala rolên ku ji bo têkoşîna Kurdan û dema Abdullah Ocalan hatî Îtalyayê bi girseyan re rolê girtî ser xwe kir.
Di axaftina li ser navê Komîteya Kurd hat kirin de, qala xebata Dîno Frîsullo ku 1997’an ji bo Trena Aştiyê ya Mûsa Anter pêk anî, kir.
Her wiha qala pêvajoya ku Dîno Frîsullo 1998’an li Amedê hat girtin, hat kirin.
Ji ber alîkariya ku dayîne koçberan, li ser navê Dîno Frîsullo xelat ji bo şaredarê Rîaceyê û du masîvanan hat dayîn.
Piştre ji bo bîranîna Dîno Frîsullo sînevîzyon hat temaşekirin. Di merasîmê de danasîna pirtûkek a li ser jiyana Frîsullo jî, hat kirin.