Li Romanyayê hilbijartina parlamentoyê hate kirin

Li Romanyayê duh hilbijartinên parlamentoyê hatin kirin, li gorî encamên pêşî demokratên sosyal ên li muxalefetê li gel ku yên li pêş in jî, feraq wan û partiya desthilatê ne zêde ye.

Tevlêbûna li hijbijartina meclîs û senatoyê ya ku duh pêk hatibû kêm bû. Partîyea lîberal PNL ku partiya Serokwezîr Ludovîc Orban e, tenê 29 ji 100'î yê dengan stand. Partiya Demokratên Sosyal (PSD) jî 30,5 ji 100'î yê dengan stand û di herdu kamarayan de bû partiya pêşî.

Di hilbijartinê de partiya rastgir a navendî ya YE'yê USR tenê 16 ji 100'î yê dengan stand, partiya milliyetgir AUR ku dixwaze Romanya û Moldavya bibe yek tenê 5 ji 100'î yê dengan stand û heqê wê çêbû ku bikeve parlamentoyê.

Partiya Macaran UDME 5,5 ji 100'î yê dengan stand û partiya dî ya lîberal PMP û Pro Romanîa jî 5 ji 100'î yê dengan stand.

Tê payin encamên hilbijartinê Duşemê teqez bibin.