Li Romanyayê çalakiyên girseyî yên li dijî hikumetê

Li Romanyayê, roja Yekşemê bi deh hezaran kes daketin qadan û hikumeta çepgir a ku bi qelskirina têkoşîna dijî gendeliyê tê sûcdarkirin, şermezar kir.

Li gorî medya herêmî, li paytext Bukreşê 25 hezar kes daketin qadan û li dijî hikumetê meşiyan. Li bajarên din jî çalakiyên girseyî yên protestoyî hatin lidarxistin.

40 komên civakî yên sivîl û du konfederasyonên sendîkayên mezin ji bo çalakiyan bang kiribûn. Di belavoka amadekaran de hat gotin, "Mafya siyasî kontrola Romanyayê xiste destê xwe."

Di belavokê de hat xwestin ku pêşnûme qanûnên di sîstema edlî de guhertinan dike û erkên dozgeriyê yên têkoşîna dijî gendeliyê kêm dike, bên vekişandin.

Hikumetê beriya niha bi demeke kin, bi gefa li ser dadgeriya serbixwe, hikumet rexne kir. Di rewşa heyî de sê pêşnûme qanûn mijara nîqaşê ne.

Sosyal demokratên ku di hilbijartina Kanûna 2016'an de bi ser ketin, ji ber van pêşnûmeyan bi nerazîbûnê re rû bi rû ne.

Zivistana bihurî jî hewl hatibû dayin ku qanûna têkoşîna dijî gendeliyê bê sivikkirin û vê yekê rê li ber çalakiyên mezin ên protestoyî vekiribû.

Ev çalakî jî piştî hilweşîna rejîma komunîst a sala 1989'an, çalakiyên herî girseyî bûn. Hikumeta çep a navendî li pêşberî van çalakiyan neçar mabû ji ya xwe vegere.